Çile 20, 2018 17:49 Asia/Tehran
  • Kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobanî

Li hemberî operasyoneke muhtemel a Tirkiyê ser Efrînê kampanyayeke navnetewî ya ser navê Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû, hate destpêkirin. Feylesofê navdar, Noam Chomsky û gelek akademîsyenên navdar tevlî kampanyayê bûn. Di daxûyaniya kampanyayê de hate diyarkirin ku, "berpisyariya Amerîkayê û raya giştî ya navdewletî li hemberî kurdan heye û divê pişta kurdan bê girtin."

Noam Chomsky û David Harvey û herwiha nivîskar, akademîsyen û parêzerên mafên mirovan ên navdar ji bo Efrînê kampanyayeke îmzeyê dan destpêkirin. Di naveroka îmzayê de li hemberî operasyoneke muhtemel a li ser Efrînê bang li raya giştî ya navdewletî hate kirin.

Naveroka kampanîyaya akademîsyenan a bi navê ‘Nehêlin ku Efrîn bibe Kobaniyek nû wiha ye:

Em wekî akademîsyen û parêzerên mafê mirovên dibêjin ku divê serokên Rûsya, Îran û Amerîkayê nehêlin ku serweriya sînorê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve were binpêkirin. Em pêkutîyê dikin ku gelê Efrînê di nava aştiyê de bijî.

Efrîn a ku piraniya nifûsa wê kurd e yek ji ewletirîn û aramtirîn bajarên Sûriyê ye. Efrînê bi alîkariyeke sînordar gelek penaberên Sûriyê wergirtine û ji ber wê  nifûsa wê duqetî bû û gihîşte 400 hezar kesî. Efrîn niha ji aliyê neyarên wek komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike ve hatiye dorpêçkirin.

Tirkiye li ser sînorê Efrînê bicih dibe. Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan bi tenê ji bo ku ji kurdan tolê bistîne, dê herêma aram tune bike, jiyana bi sedan sivîlan têxe xeterê lewra sond dixwe ku bi hemû hêza xwe êrîşî vê deverê bike.

Êrîşeke bi vî rengî dê êrîşeke li ser gelên herêmeke aştiyane û demokratîk be. Divê Amerîka û raya giştî ya navdewletî piştgiriya kurdan bikin, lewra di vî warî de berpirsyar in. Em bang li rayedarên amerîkî û raya giştî ya navedewletî dikin ku garantoriya ewlehî û aramiya Efrînê bikin. Em bag li aliyan dikin Tirkiye li ser sînor û di nava xaka Sûriyê de êrişê pêk neyne.