Mijdar 23, 2017 18:51 Asia/Tehran
  • Azadkirina bajarokekî din li Dêrezora Sûrîyê

Hêzên Artêşa Sûrîyê bajarokê Qorîyê li başûra rojhilata Dêrezorê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), di encama vê opêrasyona artêşa Sûrîyê de hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin û birîndar bûn.

Artêş û hêzên çekdar ên Sûrîyê roja yekşemê jî bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrezorê li rojhilata vî welatî ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê azad kirin.

Ev bajara ketîye sînorê Sûrîye û Iraqê û baregeha mezin a DAIŞ`ê li rojhilata Sûrîyê bû.