Mijdar 23, 2017 18:47 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya wezareta karên derve ya Sûriyê ji daxûyaniya kutahiya civîna Sûçiyê

Wezareta karên derve ya Sûriyê pêşwaziya xwe ji daxûyaniya kutahiya civîna Sûçiyê ragihand.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand ku komara erebî ya Sûryê piştevaniya pirosa siyasî ya li gor piştevaniya ji hakimiyet, serxwebûn û parstina yekparçetiya axa xwe dike û li vê çarçîvê pêşwaziya daxûyaniya kutahiya civîna serokkomarên Îran, Tirkiyê û Rûsiyayê li Sûçiyê dike.

Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand: Veladimîr Pûtîn serokkomarê Rûsiya, Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê û Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê duh çarşemê bona alîkariya bo çareserbûna kirîza demdirêj a Sûriyê li Sûçiyê civiyan û Şam piştevaniya daxûyaniya wan a kutahiya vê civînê dike.

Ev civîna çend rojan pêş destpêbûna civîna Jênêvê di bin çavdêriya Rêxistina Netewên Yekgirtî destpê bû.

Mişêwira Esed jî got ku em amade ne tev van aliyên ku baweriya bi rêçareya siyasî hene, gotûbêjê bikin.

Şeibanê bilî ragihandina amadebûna dewleta Şamê bona domandina gotûbêjên dîplomatîk bona çareserkirina kirîza Sûriyê ragihand ku pêwîst e neyarên dewleta Şamê jî çek û sîlahên xwe dayînin erdê.

Wî bal kişande ser konferansa nasyar bi Gotûbêja Neteweyî ya Sûriyê`` li bajarê Sûçiyê û got: ``Serketina konferansên pêşerojê maye ser viya ku aliyên neyare dewleta Şamê gihêştibine vê qenaetê ku wexta rawestandina reftarên tund li Sûriyê gihêştiye``.