Mijdar 16, 2017 20:41 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: ``Eger erebîşopî ser esasa pîlan û komployan be, em wê naxwazin``

Serokomarê Sûriyê ragihand: ``Deswerdana welatên erebî û Yekîtiya Ereban li karên navxweyî yên hin welatên ku tûşî qeyranê bûne, li xerakirina van welatan bibandor bûye``.

Li gorî Russia Today a Erebî, Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê li axaftinekê li cem hejmareka komên neteweyî erebî, got: ``Eger neteweperestiya erebî û erebayetî ev e, em wê naxwazin. Ewn aereb in. Em naxwazin ereb bin``.

Wî her wiha got: ``Hokara din ku li ser çalakiya nasiyonalîstî bandor kiriye û hokara ku têkildarî rewşa siyasî ya dinyayê ye ku encama liv û tevgerên siyasî yên welatên erebî û dijayetiya digel sûd û qazancên gelê ereb bû.

Serokomarê Sûriyê got: ``Berî qewimîna şêrr ev yek aşkira nebûbû; Lê bi destpêbûna bûyeran ev yeka bi awayekî bihêz aşkira bû. Bi taybet dem aku komeka welatên ereb hevrê digel Yekîtiya Ereban ji destwerdana li Lîbiyê û jinavbirin awê piştevanî kirin``.

Serokoamrê Sûriyê her wiha got: ``Piştî wê yekê van welatan û vê Yekîtiya Ereban heman rol derheq Sûriyê lîstin; Lê rewşa siyasî hatibû guhertin û wan bi tamî nekarîn li Sûriyê bi ser bikevin û ji billî wê jî, rewşa Sûriyê hatibû guhertin``.

Serokomarê Sûriyê bi bîr xist: ``Wisa ku bertekên li hemberî mijarên erebî her wiha mijara Filistînê di encama xiyaneta bû ku hin filistîniyan li gel û welatê ereban kirin. Welatin ku cih dabûn wan û ji wan piştevanî kirin û berdêla piştevaniya ji filistîniyan dan; Berteka van welatan ev bû ku kêşeya Filistînê here cehenemê û ev yek nîşana tênegihîştîbûna girêdayîbûna hejmareka wan kesan e ku ser bi Neteweperestiya Erebî ne``.