Mijdar 16, 2017 19:07 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya HSDê derbarê Telal Silo ku xwe radestî hêzên Tirkiyê kiribû

Duh hatibû ragihandin ku Berdevkê HSDê Telal Silo xwe spartiye Artêşa Azad û ji wir derbasî Tirkiyê bûye. HSDê ew nûçe piştrast kir û ragihand, em wiha difikirin ku xweradestkirina Silo ji ber operasyoneke îstîxbarata Tirkiyê bûye ku hin endamên malbata wî jî tê de beşdar in."

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê diyar kir ku Berdevkê HSD’ê Telal Silo bi caran ji aliyê Tirkiyê ve hatibû tehdîdkirin û windabûna bûna wî jî bi destê istixbaratên Tirkiyê pêk hatiye.

HSD di saxuyaniya xwe de diyar kir: “Windabûna Berdevkê Fermî yê HSD’ê Telal Silo ji aliyê raya giştî ve hate nîqaşkirin û ev mijar bûye rojeva gelek dezgehên çapemeniyê. Ji bo zelalkirina bûyera ku çêbûye, wekî HSD’ê em dibêjin ku  Telal Silo tevî koma girêdayî wî, bi daxwaz û xwesteka xwe beşdarî HSD’ê bubû. Ew bi awayekî fermî wekî berdevkê HSD’ê hatibû peywirdarkirin û hetanî dema ku têkilî jê hate qutkirin li ser karê xwe bû``.

HSD herwiha diyar kiriye ku Telal Silo di nava hêzên wê de xwedî rêz û hurmetê bû û hemû erkên xwe bicih tanî. Ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve rastî zext û provakisyonan dihat. Ew bi kuştina zarokên wî ku li Tirkiyê dimînin, tehdîd dikirin.

HSDê li daxuyaniya xwe daye zanîn ku ji dema windabûna Telal Silo hetanî niha, lêkolîn ser vê bûyerê daye despêkirin û piştî tevabûna lêkolînan wê encama wê were ragihandin. HSDê daye diyar kirin ku Telal Silo beriya niha ji ber zext û pirsgirêkên li pêş karê wî û gefên dewleta Tirkiyê li dij wî û malbata wî daxwaza îstîfayê kiribû. Di dewamê de HSD îdia dike ku Silo bi destê istixbaratên Tirkiyê û hevkariya hin kesên ji malbata wî, winda bûye.

HSD’ê li dawiya daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ew ê karê xwe û têkoşîna li dijî terorê dewam bikim, her wiha xebatên ji bo avakirina Sûriya demokratîk, federal, azad û nenavendî bidomînin.