Mijdar 16, 2017 16:49 Asia/Tehran
  • Sê navçeyên din li Hemaha Sûriyê hatin azadkirinê

Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê di dewama opêrasiyona xwe li bakurê rojhilata Hemahê, bajarokên Hazim, Rebde û Qesra Şawiyê azad kirn.

Artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedanê opêrasiyona xwe ji bo qelandina koka çeteyên koma Bereya Nusreyê li rîfa bakurê rojhilata Hemahê didomînin.

Ajannsa SANA News`ê ragihand ku hêzên Bereya Berxwedanê li rîfa navçeya Hemrayê li bakurê rojhilata bajarê Hemahê, bajarokê Qesra Şawiyê ji bin kontrola têrorîstên Bereya Nusreyê rizgar kirin.

Yekîneyên endazyariyê yên artêşa Sûriyê jî bilez opêrasiyona pûçkirina mayînan dest pê kirin.

Koma ragihandina nûçeyên şêrr a nasyar bi Îlam El Herbiya Sûriyê jî raghihand ku hêzên Sûriyê li bakurê rojavaya Qesra Şawiyê bajarokên Hazim û Rebdeyê ji bin dagirkeriya Bereya Nusreyê azad kirin.

Li gorî nûçeyeka din, şer û pevçûnên gellek giran di navbera hêzên Bereya Berxwedanê û çeteyên DAIŞ`ê li navçeya El Bûkemala Sûriyê didomin.

Di rojên bihurî da hêzên Bereya Berxwedanê karîn ku piştî azadkirina rawestgeha 2T`yê, bi opêrasiyoneka lezgîn, bi serdestiya li ser navbera 60 kîlomitriya navbera vê rawesteghê heta bajarê Bûkemalê, destpêkê xwe bigihînin sînorê Iraqê û derdem bigihêjin derdora bajarê Bûkemalê.

Ji aliyê din va Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî jî piştî derbaskirina sînor, xwe gihandine derdora bajarê Bûkemalê û karîn bi serdestiya li ser hin gundên derdora bajêr, bikevin nav hin taxên derdora bajêr.

Piştî ku hêzên Bereya Berxwedanê xwe gihandine derdora bajêr, opêrasiyoneka berfireh bi armanca dorpêçkirina bajêr dest pê bû ku di encama wê da bajarê Bûkemalê ji sê aliyan va hat dorpêçkirin û niha hêzên Bereya Berxwedanê li halê xebata ji bo ketine berfireh nav bajêr û azadkirina tam a wî ne.