Mijdar 16, 2017 11:03 Asia/Tehran
  •  Beşar Esed: Alûgorên navçê û cîhanê, rastbûna siyasetên Sûriyê nîşan dide

Serokomarê Sûriyê li hevdîtina alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Alûgorên navçê û navneteweyî, rastbûna siyasetên Şamê ji destpêka şerê li dijî Sûriyê îsbat dike.

 Li gorî rapora IRNA`yê, serokkomarê Sûriyê berêvariya roja çarşemiyê li hevdîtina  Huseyn Cabiriyê Ensarî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li Şamê got: Hin ji welatên navçê û rojavayê hewl dan ku berjewendiyên  xwe ji riya berfirehkirina aloziyê û lihevxistina istiqrara navça Rojhilata Navîn dabîn bikin bêyî ku encamên  diltezîn ên van siyasetana berçav bigrin.

 Esed her wiha diyar kir: Serketinên  artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wan li meydana  şêr û helwestên  Şamê û welatên  hevpeymanên wan û di serî de Îran li warê siyasî, tenê nebûye sedema işkestên berdewam ên komên terorîstî belkî qahîmkirina qanûnên navneteweyî û mafê welatan li berevaniya ji hakimiyet û serbixwetî û  yekperçetiya erdê wan û girtina pêşiya  mudaxileyên biyanî hebûye.

 Husen Cabiriyê Ensarî jî li vê hevdîtinê tekez kir: Berxwedana Sûriyê û serketinên  li dû hev li şerê li hember terorîzmê û vegerandina  ewlehiyê bo hemî navçan û  bajarên vî welatî, ne tenê serketina  gelê Sûriyê belkî serketina  gelê Îranê û hemî van gelan e ku bawerî bi mafê xwe jibo berevaniya ji welêt û serbixwetiya xwe hene.

 Beşar Esed û Huseyn Cabiriyê Ensarî her wiha li vê hevdîtinê ser giringiya dewama hevkariya  Sûriyê û Îranê bitaybet li warê rawestana  li ber terorîzmê û hewldanên cihhatî jibo peydakirina  rêçareyên serketî jibo qeyranên navçeyê teqez kirin. Cabiriyê Ensarî duh jî sefera Rûsiyê kir û tev rayedarên  vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.