Mijdar 15, 2017 18:10 Asia/Tehran
  • Berdevkê tirkmen ê HSD`ê xwe radestî Tirkiyê kir

Berdevkê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ji van hêzan cida bû û xwe teslîmî Tirkiyê kir.

Li gorî rapora Fars News`ê, berdevkê HSDê ku pirraniya hêzên wê kurd in û di bin sîvana piştgiirya Amerîkayê da ye, ji vê komê veqetiyaye. Rayedarên agah dibêjin ku Telal Silo ji ber zanyariyên baş ku ji kurdan di destê wî da hene, bo Tikriyê xwedan nirxek bilind e.

Ebu Farûq ji serkirdeyên têrorîst ên dijberên Sûriyê tevî piştrastkirina vê nûçeyê ragihand ku ev yek bi hevahengiya komên beşdar li opêrasiyona mertala Firatê pêk hatiye.

Çavkaniyên nûçeyan ên ser bi Koma Terorîst a Artêşa Azad a Sûriyê li bakurê Helebê jî ragihandin ku Rêxistina Sîxorî ya Tirkiyê, çend saetan piştî Cudabûna Telal Silo ji HSD`ê, ew ji bo jêpirsînê birin bajarê Dîlokê li Tirkiyê.

Ji ber ku Telal Silo bi eslê xwe tirkmen bû, Rêxistina Sîxorî ya Tirkiyê roleka girîng li pêvajoya cudabûna wî hebûye.

Telal Silo berê fermandarê koma nsyar bi Leva ul Selaciqe bû ku çar salan berî niha bi piştevaniya Tirkiyê hat damezirandin.

Piştî cudabûna Telal Silo ji HSD`ê, Rêdûr Xelîl careka din fermandetiya giştî ya HSD`ê girtiye destê xwe.