Cabirî Ensarî bi serokoamrê Sûriyê ra hevdîtin pêk anî
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê li warê erebî û Afrîqa, Husêyn Cabirî Ensarî îro anku çarşemiyê derdem piştî gihîştina bo Şamê tev Bişar Esedê serokoamrê Sûriyê hevdîtin pêk anî û derbarê pêwendiyên dualî û guhertinên navçeyê gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê li warê erebî û Afrîqa duh li Moskoyê tev Mîxaîl Bogdanof, alîkarê wezîrê karên derve û nûnerê serokomarê Rûsiyê li karên Rojhilata Navînê derbarê dawîn guhertinên navçeyê û hevkariyên du welatan ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê, gotûbêj kir.
Gotûbêjkerê pileberz ê Îranê li civînên Astaneyê li bara Sûriyê li vê seferê her wiha digel gotûbêjkerê derecebilind ê Rûsiyê li pêvajoya Aştiya Sûriyê li Astaneyê, Elêksandêr Lavirintîf û alîkarê wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê li warê navneteweyî, Elêksandêr Fûmîn, hevdîtin pêk anî û encamên civîna Astaneyê ji mijarên sereke yên van gotûbêjan bû.