Mijdar 15, 2017 17:10 Asia/Tehran
  • Piştgiriya NY ji lidarxistina hilbijartina azad li Sûriyê

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji lidarxistina hilbijartina azad li Sûriyê bi beşdariya tevahiya çîn û qatên gelê vî welatî pêgirî kir.

Li gorî rapora malpera rojnama El Şerq El Ewsetê ya çapa Londonê, Amerîka û Rûsiyê jî bi dayîna daxûyaniyekê ji lidarxistina hilbijartineka azad û zelal li Sûriyê bi çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) piştevanî kirin.

Pêgiriya li ser lidarxistina hilbijartina azad li Sûriyê bin çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li halekî ye ku gellek ji nifûsa Sûriyê ku berî şêrr 22 miliyon kes bûye, ji ber şêrr li cih  û deverên cûrbicûr ên dinyayê belavela bûne.

Li gorî amara Komîsaryaya Bilind a ser bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), pênc miliyon û 300 hezar welatiyên Sûriyê ji ber şêrr çûne welatên cînar û derdora sê miliyon welatiyên Sûriyê li Tirkiyê ne.

Pêştir ji vê yekê jî behs û gengeşeya li ser lidarxistina giştpirsînê li Sûriyê di bin çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bi dayîna biryarnameya 2254`ê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY va hat destnîşankirin; Lê ji ber hebûna têrorîstên DAIŞ`ê û dewama qeyranê li vî welatî cih nehat.