Cotmeh 19, 2017 14:07 Asia/Tehran
  •  Emerîka: ``DAIŞê 6 hezar kes ji endamên xwe li Reqayê ji dest dane``

Şandiyê taybet ê Trump li hevalbendiya li dijî DAIŞ`ê bi serkirdetiya Emerîkayê çarşemiyê şevê got: ``DAIŞê 6 hezar kes ji endamên xwe li Reqayê li bakurê rojhilata Sûriyê ji dest daye``.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Brît Mek Gorg li Twîtera xwe de nivîsî: ``DAIŞê îdia dike ku  ev koma  tim bi tund û tûjî reftarê dike lê ev koma  bêhêvî bûye û işkest xwariye``.

 Wî îdia kir: ``Waşengton dê alîkariyê bike bo  avedankirina bajarê Reqayê ku wextekê navenda bicihbûna DAUŞ`ê bûye``.

Rayan  Dîlon berdevkê hevalbendiya  li dijî DAIŞê bi serkirdetiya  Emerîkayê yekşemiyê şevê gotibû: ``Hejmarek ji hêzên DAIŞê tim di Reqayê de ne û xelkê sivîl wek mertala însanî bikar tînin``.

 Emerîka û hevpeymanên  wê ji  Tebaxa 2014`an  bi mehna rawestana li ber  koma terortîstî ya DAIŞ`ê derveyî çarçoveya NY û bêyî hevdengiya  tev dewleta Sûriyê hevabendiyek nasiyar bi  hevalbendiya  navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêk anî.

Vê hevalbendiyê heya niha  piraniya xelkê bêguneh ê sûrî li parzêgehên  Reqa, Dêrazor û Helebê kuştine û gelek binavahiyên  vî welatî kavil kirine.