Îlon 22, 2017 19:53 Asia/Tehran
  •  Belavkirina  alîkariyên Îranê li nav xelkê Dêrazorê tevî dewama êrişên DAIŞê

Rayedarên xwecî li bajarê Dêrazorê, li rojhilata Sûriyê, tevî êrişên terorîstên DAIŞ`ê ser karwanê alîkariyên mirovhezane yên Îranê dest bi belavkirina van alîkariyan nav xelkê Dêrazorê kirin.

 Artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê 5 Îlona 2017`an karîn ku  dorpêça zêde ji sê salan a koma  terorîstî ya DAIŞê ser Dêrazorê têk bişîkînin û derbasî nava   ev bajarê giring û stratejîk bibin.

 Televîzyona  lubnanî ya  El-Minarê ji Dêrazorê li raporekê bal kişand ser reftara keçikeke biçûk a sûrî ku alaya  Îranê rakirbû  û raghand: kena ser lêva vê keçikê, kena  sipasiya ji Îranê ye ku bi hezaran ton a xwarek alavên pizîşkî, kinc û amûrên  xwendinê şandine vî bajarî  û ev yeka ne bi dilê DAIŞê ye loma  DAIŞÊ hawanên xwe avêt û hewl da êrişî ser karwanê alîkariyên Îranê bike.

 Muhede Îbrahîm Semra, waliyê Dêrazorê jî diyar kir: roja pênşemiyê me hinek xwarek, ar û pincar û mîwe û her wiha 15 ton  derman wergirtin û Hîva sor a  Sûriyê û birayên me yên îarnî ev derman birin gîahndine  anvendên  dermnkirinê û tenduristiyê yên  bajarê Dêarzorê.

 Waliyê Dêarzorê  ji ber şandina  alîkariyên  mirovhezane  jibo xelkê Dêrazorê spasiya Komara Îslamî ya Îranê kir û destnîşan kir: Xelkê vî bajarî spasdarê van kesan in ku dema dorpêçê û piştî wê piştgira xwe ji wan domandin.

 Komara îslamî ya Îranê yekim awelat e ku  piştî têkşikandina  dorpêça Dêrazorê alîkariyên  mirovheziyê  ji xelkê vî bajarî re şandine.