Îlon 22, 2017 19:34 Asia/Tehran
  • Rûsya: Sedî 87ê axa Sûriyeyê ji DAIŞê hat paqijkirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku sedî 87ê axa Sûriyê ji terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di derbarê belavbûna terorîstên DAIŞê yên li Sûriyê de, înfografîkek amade kir û diyar kir ku Artêşa Sûriye sedî 87ê axa Sûriyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê ji terorîstên DAIŞê paqij kirine.

Li gorî înfokrafîka ku di rojnama Krasnaya Zvezda ku weşana fermî ya wezareta Parastinê ya Rûsyayê ye, hêzên rûsî ku bi fermana Serokê Dewleta Rûsyê li Sûriyê dest bi operasyonan dike, di encama 30 hezar sortiyan de li 96 hezar hedefan xistine, 8332 navendên fermangehan, 1000 kampên perwerdehiyê û 6769 depoyên petrole û cebilxaneyan îmha kirin.

Di înfografîkê de hat eşkerekirin ku ji 53700an zêdetir terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Hêzên Fezayî-Hewayî ya Rûsyayê 212 qadên petrole û 184 tesîsên petrolê ku ketibûn bin kontrola DAIŞê îmhakirin.

Hêzên rûsî ku ji bo tunekirina milîtanan piştgiriyeke mezin dan Artêşa Sûriyê û bi awayekî aktîf beşdarî paqijkirina herêmên ji mayinan bûn.

Hêza taybet a rûsî, nêzî 55000 teqemeniyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn bicihkirin li qadeke ku ji 5300 hektaran pêk te paqijkirin.