Îsraîlê bi moşekan êrişî Şamê kir
Îlon 22, 2017 16:44 Asia/Tehran
Hate ragihandin ku rejîma Îsraîlê duh êvarê 2 moşek avêtine nêzî balafirgeha Şamê paytexta Sûriyê.
Li gorî nûçeya Al Masdarê Artêşa Sûriyê wek bersiv navgîna hewayî ya bêmirov a Îsraîlê xistiye.
Li gorî nûçeyê di êrişa moşekan de ku bû sedema dengek mezin,ti xisar û ziyanek li Sûriyê neket.
Balafirên şer ên rejîma Îsraîlê di 7ê Îlonê de jî êrişî çeperên leşkerên Sûriyê yên li Hamayê kiribûn û di encamê de herî kêm 2 leşker hatibûn kuştin û ziyanên madî pêk hatibû.
Rejîma Siyonîstî ji dema despêbûna krîza Sûriyê li çarçova piştgiriya ji neyarên hikûmeta Sûriyê û terorîstên li vî welatî de, bi caran êrişî ser bargeh artêşa Sûriyê û navendên din ên vî welatî kiriye.