Îlon 21, 2017 17:15 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê 6 deverên istiratêjîk li Dêrezorê azad kirin

Hêzên artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûna li hemberî têrorîstan li Dêrezorê karîn ku 6 herêmên istiratêjîk azad bikin.

Li gorî rapora Fartak News`ê, pêşdaçûna hêzên artêşa Sûrîyê li hemberî têrorîstan li bajarê Dêrezorê didome û eskerên artêşa Sûrîyê karîn 6 navçeyên istiratêjîk ji lepên têrorîstan azad bikin. Di encama vê pêşdaçûn û pevçûnê de bi dehan têrorîst hatin kuştinê.

Eskerên artêşa Sûrîyê du caran ji alîyê deverên bin kontrola hêzên HSD`ê û eskerên amerîkî de ketin ber gulleavêtinê.

Li gorî gotina generalekî ûris, hêzên taybet ên Rûsîyê li deverên hanê li rex hêzên leşkerî yên dewleta Sûrîyê mijûlê opêrasyona jinavbirina têrorîstên DAIŞ`ê ne.

Li gorî nûçeya wezareta berevanîyê ya Amerîkayê, artêşa Sûrîyê îro giheşte perravên rojhilata çemê Firatê.

Adêryan Rankîn Galvî berdevkê wezareta berevanîya Amerîkayê got ku hêzên artêşa Sûrîyê ji çemê Firatê li parêzgeha Dêrezorê derbas bûne û bi piştgirîya hêza hewayî ya Ûrsêtê bera xwe daye rexê rojhilat ê çemê Firatê li Dêrezorê.

Rayan Dîlon berdevkê hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIş`ê bi serkêşîya Amerîkayê jî ragihandibû ku artêşa Sûrîyê karî bi alîkarîya hêza hewayî ya Rûsîyê bi armanca kemilandina serdestîya li vî şarî ji çemê Firatê li Dêrezorê derbas bibe.