Îlon 21, 2017 12:31 Asia/Tehran
  •  Kuştina  bi dehan terorîstan li operasyona artêşa Sûriyê li Rîf Hemayê

Çavkaniyên nûçan ên Sûriyê li bara kuştina bi sedan terorîstan û birîndarbûna 180 kesên din li operasyona artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li Rîfa Hemahê li bakurê vî welatî agahî dan.

Li gorî rapora  roja pêanşemiyê ya  Fars News`ê, hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên  wê li vê operasyonê karîn ku  hin navçên  ku bin kontrola  bereya El-Nusre  û partiya  El-Turkistanî û komên din ên terorîstî li Rîf Hemayê bûn, bistînin.

 Çavkaniyên  nûçan raghandin li vê operasyonê xêncî xisarên giran ên canî, 9 trimbêlên eskerî û 5 tankên terorîstan hatin îmhakirin.

 Terorîstên  li Sûriyê 40 hawan ber bi  bajarê Seqîlbiyê li Rîf  Hemahê avêtin ku li encama wê jineke sûrî hat kuştin û çend  kes ji welatiyên sûrî jî birîndar bûn.

 Li gor nûçeye din, erkantiya  hevpar a artêşa Sûriyê bi daxûyaniyekê li bara  têkşikandina  êrişa terorîstan ji aliyê artêşa Sûriyê bi piştgiriya hewayî ya Rûsiyê li  derdora Hemahê û serdestiay dubare  ser navça  kêmkêşe li Idlibê li bakurê rojava  vî welatî agahî dan.

 Li vê daxûyaniyê hatiye tekezkirin: ``Hêzên sûrî bi piştgiriya  balefirên  cengê yên Rûsiyê karîn ku kontrola  tam a navça  kêmkêşe li Idlibê bixin destê xwe. Ev êriş jixwe binpêkirina  hevhatian  Astanê tê hesabê``.

 Li 6 mîn dora  civîna  Astanê li 15ê Îlonê, aliyên gotûbêjê li bara  avakirina  navçeyeke  nû ya kêmkêşe li parêzgeha  Idlibê li hev kirin.