Îlon 20, 2017 20:34 Asia/Tehran
  • Dewama pêşdaçûna artêşa Sûrîyê li Dêrezorê

Artêşa Sûrîyê bi piştgirîya hêza hewayî ya vî welatî di encama opêrasyoneke berfire li dijî koma têrorîst a DAIş`ê li derdora rojavaya Dêrezorê de, çend gund li derdora bajarokê Al Tebenîyê ji lepên têrorîstan azad kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), artêşa Sûrîyê herwiha çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera Hewîce Sekerê li bakûra balafirgeha leşkerî ya Dêrezorê dan ber êrişan ku di encamê de xisarên giran ên canî û madî li têrorîstan ketin.

Yekîneyên endazyarîyê yên artêşa Sûrîyê jî hewl didin ku bombeyên ku koma têrorîst a DAIŞ`ê li derdora rojavaya Dêrezorê bi cih kirine pûç bike û alîakrîyên pêwîst bigihînin kesên ku ji deverên di bin dagirkerîya DAIş`ê de derketine.

Balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê jî çepetên têrorîstên Cebhetunusrê li derdora parêzgehên Hema û Idilibê dan ber bombeyan.

Çalakên sûrî jî ragihandin ku Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) piştî ragihandina serdestîya li hin taxên bakûr û rojavaya bajarê Reqê û bi paşdevekişîyana DAIŞ`ê ji navenda bajêr, niha ji sedî 90`ê bajêr di destê wan de ye.