Îlon 19, 2017 12:14 Asia/Tehran
  • Teqînek li Qamişlûyê pêk hat

Ji ber teqînekê li devera kurdnişîn a bakurê rojhilata Sûriyê çend kes birîndar bûn.

Kanala têlêvîziyoniya Exbariyê ya Sûriyê tevî piştrastkirina teqîna motorsîklêteke bombekirî li kolana Seyahiyê ya bajarê Qamişlûyê li bakurê rojhilata vî welatî, qala birîndarbûna çend welatiyên sûrî ji ber vê teqînê kir.

Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ustiyê xwe, lê piştî têkçûna DAIŞ`ê li şerên meydanî, vê komê êrîşên xwe yên teqînê li deverên cûrbicûr ên Sûriyê zêde kiirne.

Li gorî nûçeyeke din, artêşa Sûriyê di dewama pêşdaçûna xwe li rojavaya Dêra Zorê li rojhilata Sûriyê, karî ku hin navçeyên teze ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê rizgar bike.

Li vê opêrasioyonê ku roja Duşemiyê cih hat, hin navçe ji wan Hewayêc Ebu Mesye, Hewayêc Ebu Ereb, Xerîte û Eyna Ebu Cumie ketin bin serdestiya artêşa Sûriyê.

Hêêzn Sûriyê roja Yekşemiyê jî karîbûn navçeya stratijîk a Cefreyê û derdora balefirgeha Dêra Zorê azad bikin.

Parêzgeha Dêra Zorê lin rojhilata Sûriyê hevsînorê digel Iraqê ye û bajarê Dêra Zorê li qiraxa Çemê Firatê ye.

Artêşa Sûriyê û hêêzn Berxwedanê du hefteyan berî niha bi ketina nav baregeha Tîpa 137`an li rojavaya bajarê Dêra Zorê, dorpêça vî bajarî şikandin.