Îlon 18, 2017 19:03 Asia/Tehran
  • Hevhatina navçeya kêmkêşe ya li Idliba Sûriyê, ceribandinek jibo Tirkiyê ye

Wezîrê aştiya neteweyî ya Sûriyê, ragihand, hevhatina pêkanîna navçeya kêmkêşe ya li parêzgeha Idliba Sûriyê li bakûra rojavaya Sûriyê, cidîbûna Tirkiyê ya jibo bi dawîanîna piştevaniya ji terorîstan, diceribîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, rojnameya El Weten a Sûriyê, roja duşemiyê ji zarê Elî Heyder, wezîrê aştiya neteweyî ya Sûriyê, nivîsî: Divê Tirkiye nîşan bide ku gelo dikare bibe welatekî nepiştgirê terorîsmê û sînorên xwe jibo çûyîna ber bi Sûriyê ve ser terorîstan girêbide û alîkariya jinavçûna terorîstan li parêzgeha Idlibê bike.

Heyder herwiha got: Hevhatina navçeya kêmkêşe ya li parêzgeha Idlibê û navçeyên din, hevhatineka demkî ye û eger Tirkiyê ji vê ezmûnê serkevtî û serbilind derkeve û dema wê bi dawî were, dewleta Sûriyê wê hemî bijarde û ji wan bijardeya leşkerî bi kar bîne.

Dewra şeşan a civîna Astaneya paytexta Qezaqistanê, ya li ser Sûriyê, rojên 14 û 15`ê Îlonê bi beşdariya nûnerên Komara Îslamiya Îranê, Tirkiye, Rûsye û nûnerên Sûriyê, neyarên çekdar û herwiha Stêfan Dê Mîstora, nûnerê Rêxistina neteweyên Yekgirtî li karûbarên Sûriyê, hate li darxistin ku pêkanîna navçeyeka nû ya kêmkêşe li parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûriyê, yek ji destkevtên herî girîng ên wê tê hesêb.

Wezareta karên derve ya Sûriyê, bi caran ragihandiye ku hebûna Tirkiyê li erdên Sûriyê, neqanûnî ye.