Îlon 17, 2017 16:06 Asia/Tehran
  • Hişyariya nûnerê meclisa Sûriyê bo kurdan li bara pîlana Amerîka

Muhemed Xêr Ekam nûnerê meclisa Sûriyê destnîşan kir: Kurdên Sûriyê pêwîst e hişyar bin ku nebin darê destê Amerîkayê li navçê.

Muhemed Xêr Ekam nûnerê meclisa Sûriyê li gotûbêja xwe ya tev ajansa nûçan a IRNA`yê destnîşan kir: Amerîka hertim bi behregirtina ji neyariyên etnîkî, eşîreyî û mezhebî dixebite ku welatên navçê lawaz bike û li gor van cure siyasetan ev welatan hertim hinek ji grûpên nav welatên navçê tehrîk dike.

Muhemed Xêr Ekam destnîşan kir: Amerîka fermana rasterast daye hêzên kurd ên Sûriyê ku navçeyên berfireh li rojhilat û bakûra Sûriyê bigrin destê xwe ta ku paşê ji kurdên Sûriyê bona zextûzora ser dewlet û gelê Sûriyê istifade bike.

Vî nûnerê Sûriyê li parlemanê got: Mihana mudaxileya Amerîkayê li Sûriyê hebûna terorîstên DAIŞ`ê ye û niha ku artêşa Sûriyê bi alîkariya Îran û Rûsiyayê li halê têkbirina tam a terorîstan e, Amerîka bi dû mihaneyeke din e ta ku bikaribe li nav axa Sûriyê bimîne.

Nûnerê meclisa Sûriyê destnîşan kir: Firokên şêr ên hevalbendiya qaşo navnetewî bi serokatiya Amerîka ku dijî qayde û qirarên navnetewî pêk hatiye bêyî îzna dewleta Sûriyê û bê hevahengiya dewleta Şamê êrişî ser axa vî welatî dike û heta niha gelek ji jêravahiyên Sûriyê kavil kirine û hezaran kes jî kuştine.