Îlon 16, 2017 15:56 Asia/Tehran
  • Bi sedan kesên çekdar tevlî artêşa Sûrîyê bûn

Bi sedan kes ji endamên komên çekdar li Sûrîyê jibo şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê tevlî artêşa vî welatî bûn.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Navenda Aştîyê ya Rûsîyê li Sûrîyê ku li Hemîmîmê ye, ragihand: Nêzî hezar endamên komên çekdar ji wan 7 fermandeyên meydanî yên van komana jibo şerê dijî DAIŞ`ê li rex artêşa Sûrîyê cî bigirin, ji sînorên Urdinê ber bi perravên çemê Firatê ve li rojhilata Sûrîyê hatin şandin.

Artêşa Sûrîyê rêya veguhestina kesên hanê ber bi bereyên şerê dijî DAIŞ`ê ku pişkdarî lihevkirinên aştîyê li parêzgehên Hums, Dera û Şamê bibûn, vekirîye.

Lihevkirina pêkanîna deverên kêmkirina gêreyê li Sûrîyê bû sebeb ku komên çekdar tevlî opêrasyona artêşa Sûrîyê ya dijî DAIŞ`ê bibin, bi awayekî ku şerên biçarenûs li çola vî welatî roleke bingehîn li guherîna helwesta bi sedan kesên çekdar lîstine û ew niha bi dû hevkarîya digel artêşa Sûrîyê li dijî komên curbicur ên têrorîst in.

Di vî warî de, Elî Rehmûn şirovekarê meseleyên leşkerî, tevlîbûna kesên çekdar li artêşa Sûrîyê nîşana muadlieyên nû li qada meydanî ya vî welatî zanî û got: Ev pêngava yê opêrasyona artêşa Sûrîyê li dijî DAIŞ`ê lezgîn bike.

Nunerên Îran, Rûsîye û Tirkîye roja înîyê li şeşemîn dewra muzkirên aştîya Sûrîyê li bajarê Astane paytexta Qazaqistanê li daxûyanîyeke hevpar, li ser dewama hewldanên jibo çareserkirina vê qeyranê sekinîn.

Li vê civînê alîyan lihev kirin deverên kêmkirina gêreyê li parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûrîyê bê avakirin.