Îlon 16, 2017 14:57 Asia/Tehran
  • Li Reqayê 48 terorîst hatin kuştin, 3 wesayitên bombekirî hatin rûxandin

Li Reqa navendê hêzên HSD’ê 3 wesayitên bombekirî rûxandin û girtîgeha li taxa Emîn hate azadkirin. Di şer de 48 terorîst hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi lez û bez didome. Li navenda bajêr, bi taybetî jî li taxa Emîn û Hena şerekî giran heye. Li taxa Emîn du wesayitên bombekirî yên çeteyên DAIŞ’ê beriya ku bigihijin hedefa xwe ji hêla şervanên HSD’ê ve hatin teqandin û girtîgeh hate azadkirin. Her wiha di şerê van du taxan de 48 terorîst hatin kuştin.

Li derdora Nexweşxana Wetenî du wesayitên bombekirî hatin teqandin û depoyeke tijî cebilxane kete destê şervanan.

Li taxên Rewda û Nehda jî şerekî giran heye.