Îlon 16, 2017 14:12 Asia/Tehran
  • Ji ber êrişa firokên hevalbendiya amerîkî ser kampekê li Dêrezorê 100 kes hatine kuştin

Ji ber êrişa firokên hevalbendiya amerîkî ser kempekê li Dêrezorê li rojhilata Sûriyê 100 kes hatine kuştin û bi dehan kes ji xelkê sivîl jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bingehên nûçan yên sûrî duh înê ragihandin ji ber êrişa firokên hevalbendiya qaşo dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Amerîka ser kampeke awareyan li Dêrezorê li rojhilata Sûriyê 100 kes zêdetir hatin kuştin û bi dehan kes ji xelkê sivîl jî birîndar bûn.

Pêştir jî hevalbendiya navdewletî ya qaşo dijî terorîstên DAIŞ`ê bicaran li nav axa Sûriyê û Iraqê êrişî ser xelkê sivîl kirin ku ji ber van êrişan dehan kes ji xelkê sivîl hatibûne kuştin.

Heta niha çend caran wezareta karên derve yê Sûriyê li nameyên xwe ji bo sekretirê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî daxwaz kiriye ku bila Amerîka êrişên xwe yên ser xelkê Sûriyê rawestîne.

Artêşa Sûriyê roja 5`ê Îlona 2017`an dorpêça bajarê Dêrezorê li rojhilata vî welatî ku ji derdora sê salan berî viya va di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê da bû, işkand û kontrola firokexaneya leşkerî ya vî bajarî girte destê xwe.

Her wiha hêzên sûrî li opêrasiyoneke Kemînê 25 têrorîstên DAIŞ`ê li Wadî Xeybê nêzikî navçeya Seinê li Selmiyeya parêzgeha Hemahê hevrê digel hejmareke çek û amorên leşkerî girtin.

Opêrasiyona artêşa Sûriyê ji bo paqijkirina navçeya Hemahê li rojavaya Sûriyê bûye sebeb ku pirraniya bajarok û gundên bin kontrola têrorîstên tekfîrî bên azadkirin û ziyanên giran ên malî, canî û leşkerî li wan keve û ewna ber bi başûrê parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê va birevin.

Ji sala 2011 ku kirîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew kirîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Beşar Esed sernixûn bikinlê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi kirîza nav Sûriyê, gere ku hemû berê xwe bidin ku kanê civînên wekî Astaneya sisyan û Genevayê heta kengê pêş diçe.