Şerê giran li Reqayê di navbera terorîstên DAIŞ`ê û hêzên HSD`ê berdewam e
Îlon 15, 2017 16:51 Asia/Tehran
Di navbera terorîstên DAIŞ`ê û hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)`ê li Reqayê şerekî giran berdewam e.
Li gor rapora ajansa medyayên sûrî, Îro îniyê di navbera terorîstên DAIŞ`ê û hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)`ê li Reqayê şerekî giran berdewam e û hêzên HSD`ê karîn 50 welatiyên sivîl ên sûrî li kolana Rewzê ji destê terorîstan azad bikin.
Hêzên HSD`ê piştî azadkirina van 50 welatiyên sivîl ên sûrî, ewna birine navçeyekî êmin.
Hêzên Sûriya Dêmokratîk ku para pirtir hêzên kurd ên YPG endamê wê ne, ji roja 6`ê Mijdara 2016`an va opêrasiyonek li ser navê ``Xezeba Firatê`` ji bo azadkirina bajarê Reqayê û derxistina koma têrorîst a DAIŞ`ê dest pê kirin.