Îlon 14, 2017 20:39 Asia/Tehran
  • işkesta dorpêça Dêrezorê û alûgorekî steratijîk li şerê dijî terorîzmê

Qumandihiya artêşa Sûriyê ragihand: işkesta dorpêça Dêrezorê û alûgorekî steratijîk li şerê dijî terorîzmê pêk aniye.

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê, zanîngeha El-Cezîre, bilindiyên El-Meqzele û ciyê razana xwendekaran û medreseya El-Rewad li nizikiya navça El-Beqliye li Dêrezorê ji destê terorîstan azad kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sana`yê, Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê herwisa li dewama pêşketinên xwe ketine nav navça Eyaş`ê li bakûra Dêrezorê.

Ji ber pêşketinên artêşa Sûriyê li hemberî terorîstên DAIŞ`ê, terorîstan li bajarokê Ebû-Herdûb û gundê El-Teyane li başûra bajarê Dêrezorê navendên lêgeryanê zêdetir kirine ta ku pîşiya revîna terorîstan bigrin û nehêlibin ku ewna xwe radestî hêzên sûrî bikin.

Hefta bihurî 27 endamên terorîstên DAIŞ`ê ku ji derûdora Dêrezorê revîbûn û hatibûne girtin ji aliyê van terorîstan li sêdarê dan.

Artêşa Sûriyê roja 5`ê Îlona 2017`an dorpêça bajarê Dêrezorê li rojhilata vî welatî ku ji derdora sê salan berî viya va di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê da bû, işkand û kontrola firokexaneya leşkerî ya vî bajarî girte destê xwe.

Her wiha hêzên sûrî li opêrasiyoneke Kemînê 25 têrorîstên DAIŞ`ê li Wadî Xeybê nêzikî navçeya Seinê li Selmiyeya parêzgeha Hemahê hevrê digel hejmareke çek û amorên leşkerî girtin.

Opêrasiyona artêşa Sûriyê ji bo paqijkirina navçeya Hemahê li rojavaya Sûriyê bûye sebeb ku pirraniya bajarok û gundên bin kontrola têrorîstên tekfîrî bên azadkirin û ziyanên giran ên malî, canî û leşkerî li wan keve û ewna ber bi başûrê parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê va birevin.

Ji sala 2011 ku kirîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew kirîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Beşar Esed sernixûn bikinlê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi kirîza nav Sûriyê, gere ku hemû berê xwe bidin ku kanê civînên wekî Astaneya sisyan û Genevayê heta kengê pêş diçe.