Îlon 14, 2017 19:25 Asia/Tehran
  • Gotûbêja cîgirên wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê li ser Sûriyê

Gotûbêja cîgirên wezîrên karên derve yên Îran û Tirkiyê li ser Sûriyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Aryayê, cîgirê wezîrê karên derve û serokê taxima Îranê li gotûbêjên Astaneyê digel Sedat Onal hevtayê xwe yê tirkiyeyî li civîna sûrî gotûbêj kir.

Ev hevdîtin îro li cihê lidarxistina şeşmîn dora gotûbêja navneteweyî ya Aştiya Sûriyê li paytexta Qezaqistanê hat lidarxistin.

cîgirê wezîrê karên derve û serokê taxima Îranê li gotûbêjên Astaneyê, Husyn Cabirî Ensarî li kanala xwe ya Telegramê nivîsî: Li vê hevdîtinê ku bi amadebûna taximên şandî yên du welatan pêk hat, du aliyan li bara dawîn guhertinên navçeyê û mijarên li halê gotûbêjê li şeşemîn dora gotûbêjên navneteweyî yên Astaneyê, gotûbêj kirin.

Serokê taxima Îranê her wiha digel Bişar Ceiferî nûnerê hertimî yê Sûriyê li NY û serokê taxima Sûriyê gotûbêj kir.

Ev dewra civîna Astaneyê durojî ye û civîna gelemperî bo Îniyê hatiye plandarêştin.

Pêkanîna navçeya çarem a ewleh li Idliba Sûriyê ji mijarên sereke yên şeşemîn dora civîna Astaneyê ye.