Tebax 22, 2017 20:40 Asia/Tehran
  • Dewama pêşdaçûna artêşa Sûrîyê û berxwedanê li Qelemûna Rojava

Hêzên artêşa Sûrîyê û berxwedana Libnanê karîn bilindahîyên Ecelûn Kebîrê li mêhwera bakûra a Cerûd Qelemûna Rojavayê bêxin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, artêşa Sûrîyê û hêzên berxwedana Libnanê îro li dewama van pêşdaçûnan karîn kontrola girikên Sedir Bêyt Bedranê li rojavaya Cebel Mûsilê û girikên Wadî Herefûş, Şoibe Betîx û Mestebê bêxin bin kontrola xwe.

Hêzên artêşa Sûrîyê û berxwedana Libnanê herwiha karîn girikên Wadî Hûratê li Qelemûna Rojava azad bikin.

Hêzên berxwedana Libnanê û artêşa Sûrîyê destpêka vê hefteyê opêrasyonek bi armanca azadkirina girikên Qelemûna Rojava ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê destpê kirin.

Di vî halî de, eskerên Sûrîyê li pêşdaçûnên xwe li derdora Humsê karîn gundê istiratêjîk ê Abidîyê û bajarokên Teyibe û Cebel Mezarê azad bikin û bi dehan têrorîstên DAIŞ`î jî bikujin.

Balafirên cengê yên Rûsîye û Sûrîyê jî baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li Dêre Zorê dan ber bombeyan k udi encamê de 15 têrorîst hatin kuştinê.

Artêşa Sûrîyê li başûra gundê Selbayê li derdora rojhilata Hemayê jî çend dever xistin bin kontrola xwe û hejmarek DAIŞ`î kuştin.