Tebax 22, 2017 19:43 Asia/Tehran
  • Hevalbendîya amerîkî 42 welatîyên sûrî li Reqê kuştin

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku 42 welatîyên sûrî di encama êrişên duh ên hevalbendîya amerîkî ser Reqê de hatin kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku herîkêm 42 welatîyên sûrî di encama êrişên hewayî yên duh ên hevalbendîya navnetewî ya bi rêbertîya Amerîkayê ser baregehên DAIŞ`ê li Reqeya Sûrîyê de hatin kuştin.

Berdevkê Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê ji ajansa nûçeyan a Fransayê re got ku 19 zarok û 12 jin di nav kuştiyên êrişên hevalbendîya amerîkî de ne ku êrişî çend deverên Reqê dan ber bombeyan.

Bi hejmara kuştîyên duh, ji 14`ê Tebaxê ve heta niha, 167 welatîyên sûrî di encama êrişên hewayî yên hevabendîya amerîkî de hatine kuştinê.

Li gorî texmîna NY, nêzî 25 hezar welatîyên sûrî li bajarê Reqê asê bûne ku tûşî kêmasîya xwarek, ardû û hewcedarîyên din ên seretayî yên jîyanê bûne.