Tebax 22, 2017 19:42 Asia/Tehran
  • Muslim: Heke Tirkiye êrîş bike wê têk biçe

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got ku li Reqayê pêşveçûn didome, dora DAIŞ’ê hatiye girtin û têkiliya DAIŞ’ê ya bi derve re hatiye qutkirin.

Muslim ji bo êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê jî hişyarî da û got, “Heke êrîş bikin, wê têk biçin!”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkildarî pêngava Reqayê û êrîşên dagirker ên Tirkiyê ser bakûra Sûriyê ji ANF’ê re axivî.

Muslim diyar kir ku li Reqayê pêşveçûn di roja 75’emîn de didome û got, “Pêşveçûn didome, operasyon gelekî baş e, lê ji ber ku sîvîl hene, operasyona hêdî didome. Hin endamên DAIŞ’ê xwe wekî sîvîlan nîşan didin. Kes nizane hejmara sîvîlan çiqas e. Ji ber vê jî operasyon hêdî didome. Lê dora DAIŞ’ê hatiye girtin, têkiliyên wan ên bi derve re hatiye qutkirin. DAIŞ dizane ku li Reqayê têk diçe.”

Muslim plana Tirkiyê ya ku dixwaze êrîşî Efrînê jî bike nirxand û got, “Heke êrîş bikin wê têk biçin. Efrîn wê heta dawiyê li ber xwe bide û wê ne kêmî Kobanî be. Jixwe niha li Şehbayê berxwedan didome. Li wê derê jin, ciwan şer dikin. Divê Tirkiye vî tiştî bibîne ku Efrîn ne li hemberî tu kesî ye. 5,6 sal in gulle bera tu aliyan nedaye. Heke êrîşî Efrînê bikin, wê têk biçin.”

Eva li rewşekê ye ku serokomarê Tirkiyê Erdogan li axivtina xwe ji bo muxtaran dîsa gef li kurdên Sûriyê xwar ku ti dewletekê ava nekin û nexebitin ku devera Efrîn û Kobanê li hev girê bidin.