Tebax 17, 2017 20:11 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên aştiya Sûriyê li Cenevê paşda ketin

Nûnerê taybet ê Rêxistina neteweyên Yekgirtî (NY) li karûbarên Sûriyê, gotûbêjên bi komên neyarên sûrî ku biryar bû hefteya dahatî li Cenevê werin lidarxistin, paşda xist.

Li gorî rapora Kanala televîzyonî ya El Hedesê, Stêfan De Mîstora, nûnerê taybet ê Rêxistina Neteweyên yekgirtî li karûbarên Sûriyê, roja pêncşemiyê li koma nûçegîhanan li Cenevê ragihand, gotûbêjên li ser qeyrana Sûriyê, wê dawiya meha Tebaxê li Astaneya paytexta Qezaqistanê werin lidarxistin.

De Mîstora, cotmehê jibo Sûriyê, meheka girîn da zanîn û got: Di vê mehê de wê Civîna Serûberkirina Komên Neyarên Sûrî were lidarxistin û niha hin gotûbêjên cidî di navbera taxima bilind a gotûbêjkeran, hevalbendiya Qahirê û hevalbendiya Moskovayê pêk tên.

Dêmîstora bal kişand ser plana pêkanîna navçeyên bêkêşe li Sûriyê û daweriya li ser vê planê zû da zanîn  lê got: Rûsye wê polîsê xwe yê leşkerî jibo çavdêriya li ser navçeyên bêkêşe li Sûriyê bicih bike.

Li dewra pêncemîn a gotûbêjên sûrî- sûrî li Astaneya paytexta Qezaqistanê ku 5`ê Tîrmehê hate lidarxistin, taximên beşdar pêvajoya pêşketina hilkolandin.

Ev gotûbêjane bi însiyatîva Komara îslamiya Îranê û hevkariya Rûsye û Tirkiyê, bi armanca pêkanîna aştiya li Sûriyê, bi rêve diçin.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîst ku ji aliyê Erebistan, Amerîka û hewgirtiyên wan jibo jordanîna dewleta qanûnî ya Bişar Esed, serokkomarê Sûriyê pişta wan tê girtin, dest pê bûye.