Çend têrorîstên DAIŞ`ê li Dêrezorê hatin kuştinê
Tebax 17, 2017 10:50 Asia/Tehran
Di encama êrişa balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê ser çeperên têrorîstan li parêzgeha Dêrezorê de, hejmarek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuûtinê.
Li gorî rapora kanala Rucia Al Yewmê, di encama vê êrişê de hejmarek DAIŞ`îyên ser bi Erebistanê hatin kuştinê û çend maşînên û alavên leşkerî yên wan jî hatin rûxandinê.
Hevgavê vê yekê, hêzên artêşa Sûrîyê li dewama opêrasyona dijî têrorîstan li sînorê Urdinê, hin qereqolên ser sînor xistin bin kontrola xwe û di encamê de hejmarek têrorîst jî hatin kuştinê û birîndar bûn.
Artêşa Sûrîyê roja pêncşemê 10 Tebaxê pirranîya deverên sînorî yên parêzgeha Suweydayê li başûra vî welatî nêzîkî sînorê digel Urdinê xistin bin kontrola xwe.