Spasiya partî û serokeşîrên Sûriyê ji Îranê
Komek ji partiyên siyasî, şarezayên civakî û serokeşîrên Sûriyê spasiya helwest û piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê li hember alûgurên Sûriyê bitaybet li şerê li dijî komên terorîstî tekfîrî kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, şarezayên sûrî li mersimekê ku jibo rêzgirtina ji Cewad Turkabadî balyozê welatê me li Şamê hat lidarxistin tekez kirin li saya piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê û rênimûniyên rêberê giranqedr ê inqilabê bû ku bereya berxwedanê li şerê bi wekaletê ya li hember terorîzmê ser piyê xwe maye û serketinên berbiçav bi dest xistiye.
Serokê partiya gel a Sûriyê li axiftinekê bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên gelên misilman ên Îran û Sûriyê û got : Peywendiyên Têhran, Şamê li gor berjewendiyên siyasî nîne ku zûka dawî bibe belkî li gor xalên hevpar ên mezhebî û rawestana li ber zilm û îstikbarê ye.
Şêx Newaf Terad El-Melhem ku yek ji rayedarên bi nav û deng ê eşîrên Sûriyê ye, di dewamê de got. îro çarenivîsa me bi hev re girêdayî ye û ciwanê me jibo berevaniya ji armancan û cihhatina aramncên hevpar canê xwe fîda dikin.
Li vê merasimê hejmarek ji keasyetî ji wan Wail El-Helqî serokwezîrê berê yê Sûriyê û Cîhad El-Leham serokê parlemana neteweyî ya Sûriyê li dewra buhurî beşdarî kirin.