Lihevkirina terorîstan bona paşdakişyana ji derbasgeha sînorî ya Sûriyê
Tîrmeh 23, 2017 12:26 Asia/Tehran
Grûpên terorîst ên En-Nusreh û Ehrarul-Şam lihev kirin ku ji derbasgeha Babul-Hewayê paşda bikişin û vê derbasgehê bispêrin destê taximeke Tirkiyê.
Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn: Grûpên terorîstî yên El Nusreh û Ehrar ul Şam lihev kirin ku ji derbasgeha Bab ul Hewayê paşda bikêşin û vê derbasgehê bispêrin destê taximeke Tirkiyê, bi mercê ku girtiyên her du aliyan bêne berdan.
Ev lihevkirina çend saetan piştî mehsera Bab ul Hewayê ji aliyê Cibhet ul Nusre û gefa êrişa ser vê derbasgehê hate îmzakirin.
Grûpa terorîst a Cibhet ul Nusrê roja îniyê piştî dorpêça derbasgeha sînorî ya Babb ul Hewayê ji Ehrar ul Şamê xwest ku vê navçê bide destê aliyekî bêla.