Tîrmeh 22, 2017 18:16 Asia/Tehran
  • Balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê êrişî rojhilata Reqê kirin

Balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê êrişî baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê yên li rojhilata Reqê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê êrişî çend baregeh û maşînên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Meidan û Bêir Sebxawîyê li derdora Reqê kirin ku di encamê da bi dehan DAIŞ`î hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên artêşa Sûrîyê herwiha baregeh û maşînên têrorîstan li rojavaya Um Rîş û Şindaxîya Xenîmanê li derdora Humsê kirin armanca êrişan.

Artêşa Sûrîyê vê dawîyê bi awayekî hevgav opêrasyonên berfire jibo paqijkirina tam a vî welatî ji têrorîstan destpê kirine.

Çavkanîyên leşkerî yên sûrî jî ragihandin ku artêşa Sûrîyê û Hizbulaha Libnanê opêrasyonek hevpar jibo derxistina komên çekdar ji sînorên her du welatan destpê kirine.

Fermandêyekî artêşa Sûrîyê ragihand ku Hizbulaha Libnanê êrişî baregehên komên çekdar ên li deverên derdora bajarokê Ersal li rojhilata Libnanê kirîye.

Ev êriş ji axa Sûrîyê li nêzîkî sînorên ligel Libnanê destpê bûn û giranîya wê li bilindahîyên li derdora Ersalê bû. Ev êriş herwiha hevgavê êrişên artêşa Sûrîyê li girikên Felîtê li rojavaya Qelmûnê pêk hatin.

Hêzên berxwedanê li dewama pêşdaçûnên xwe li Cirûd Ersalê karîn Qirne Wadî Xelîlê û herwiha girikê Qirne Qenzehê bêxin bin kontrola xwe.

Hêzên berxwedanê roja înîyê jî devera Rehwê li deştên Ersalê û baregeha Zehr ul Hewê li desştên Libnanê xistibûn bin kontrola xwe û artêşa Libnanê jî bi giranî êrişî hejmarek kesên çekdar ku dil hebûn bikevin nav Ersalê, kir.