Tîrmeh 22, 2017 17:25 Asia/Tehran
  • Wajokirina lihevkirinama devera kêmkirina gêreyê li rojhilata Xûtê li Sûrîyê

Wezareta berevanîyê ya Rûsîyê ragihand ku hin lihevkirinamên cihanîna plana deverên kêmkirina gêreyê li rojhilata Xûtê li derdora Şam paytexta Sûrîyê hatin wajokirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, wezareta berevanîyê ya Rûsîyê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku ev lihevkiriname ku li Qahirê û bi navbeynkarîya Misrê hatin wajokirinê, sînorên deverên kêmkirina gêreyê û deverên di bin kontrola hêzan de kifş dikin.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Belgeyên hatine wajokirinê, herwiha cihê bicihbûna hêzan û asta desthilat û şîyana hêzên kontrolkirê deverên kêmkirina gêreyê û rêyên veguhestina alîkarîyên mirovdostîyê bo deverên xelknişîn kifş dikin.

Wezareta berevanîya Rûsîyê hêvî kirîye ku yekem karwanê alîkarîyên mirovdostîyê derbasî devera rojhilata Xûtê ya ser bi Şamê bibe.

Ûrsêt, Îran û Tirkîyê wek welatên garantorê agirbesê li Sûrîyê, têgiheştinameyek li bara damezirandina 4 deverên kêmkirina gêreyê li vî welatî wajo kirine.

Sêrgêy Lavrov wezîrê karên derve yê Ûrsêtê roja 7`ê Tîrmehê ragihand ku pisporên Ûrsêt, Amerîka û Urdinê li bara deverên kêmkirina gêreyê li parêzgehên başûra rojavaya Sûrîyê lihev kirine.

Agirbesa li deverên başûra Sûrîyê ji 9`ê Tîrmehê va bi awayekî fermî cih tê.