Tîrmeh 22, 2017 16:40 Asia/Tehran
  • Têkbirina meqera fermandetîya DAIŞ`ê li rojhilata Humsa Sûrîyê

Hêzên Sûrîyê karîn meqera fermandetî û têkilîyê ya koma têrorîst a DAIŞ`ê li rojhilata Humsê têk bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), çavkanîyeke leşkerî ya Sûrîyê ragihand ku di encama êrişa artêşa Sûrîyê û hêzên berxwedanê ser vê meqerê li gundê Om Rîşê li rojhilata Humsê de, hemî têrorîstên DAIŞ`ê yên têda hatin kuştinê.

Balafirên cengê yên Sûrîyê jî duh çeperên DAIŞ`ê li deverên Şindaxîye, Şemalîye û Om Tuwînîyê li rojhilata Humsê dan ber bombeyan.

Di vî halî da, artêşa Sûrîyê opêrasyona xwe li mêhwera Xenasir-Esrîyayê, devera Cubulcerah, rojhilata Selemîyê li Helebê û bakûra rojhilata devera Tenefê li kûratîya devera Badîyê li parêzgeha Humsê didomîne ta ku DAIŞ`ê ji van deverana derxe û bi pêşdaçûnên xwe yê vê dawîyê karîye nêzîkî şarê Bûkemalê bibe.

Li gorî nûçeyeke din, komên têrorîst ên Ehrar ul Şam û Heyet Tehrîr ul Şamê li parêzgeha Idliba Sûrîyê lihevkirin ku agirbesê di navbera xwe da ragihînin û berpirsîya birêvebirina derîyê sînorî yê Bab ul Hewayê li sînorê Sûrîye û Tirkîyê radestî neyarên neçekdar kirin.

Li gorî gotina neyarên sûrî, ev lihevkirina agirbesê piştî çend roj pevçûna giran di navbera van komên têrorîst da ku di encamê da 92 kes ji wan 15 sivîl hatin kuştinê, pêk hat.