Tîrmeh 22, 2017 10:50 Asia/Tehran
  • Jênêralekî derecebilid ê amerîkî: Bila YPG`ê têkilliya xwe tev PKK`ê qut bike

Serokê fermandetiya opêrasiyona taybet a Amerîkayê bal kişande ser vê yekê ku di sala 2015`an da ji YPG`ê xwestibû ku navê xwe biguherîne, xwest ku ev hêza kurd têkilliya xwe digel PKK`ê qut bike.

Li gorî rapora Kurd Press`ê û ji zarê Reuters`ê, Serokê fermandetiya opêrasiyona taybet a Amerîkayê, Jênêral Rîmond Tomnas li axaftina xwe ji komcivîna `Aspen Security Forum`ê li Kloradoyê, got: ``Di sala 2015`an da û berî pêkhatina hêza hevpar a kurd û ereban li Sûriyê bi navê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), min ji hêzên kurd ên Sûriyê ên nasyar bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwest ku nav û nîşana xwe biguherînin``.

Wî her wiha got: ``Min di sala 2015`an de dilgiraniya Tirkiyê ji YPG`ê ragihandine wan (YPG). Me bi fermî ji wan ra got ku hûn dixwazin li kêlea navê YPG`ê ji we ra çi bêjin? Wan roja din navê xwe danîn Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD)``.

Vî jênêralê derecebilind ê amerîkî karê hêzên kurd ê zêdekirina peyva Dêmokratîk li navê hêzên Sûriya (Dêmokratîk), karekî jîrekane ji aliyê kurdên Sûriyê ve da zanînê ku hinekî hitbar û pêbaweriya bi wan zêde kir.

Serokê fermandetiya opêrasiyona taybet a Amerîkayê jî wekî wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Cêymz Metîs qala ihtimala hevkariya leşkerî ya di navebra welatê xwe û hêzên kurd ên Sûriyê kir, lê destnîşan kir ku peywendiya di navbera YPG`ê û PKK`ê dikare pirsgirêkan çêbike.