Tîrmeh 20, 2017 19:11 Asia/Tehran
  • Rojnama AK ya Îtalyayê: PYD û dewleta navendî ya Sûriyê, li ser nifta Remîlanê li hev kirine

Medyayeka îtalyayî îdia kir ku dewleta navendî ya Sûriyê û artêşa demokratîk a vî welatî, li bara derxistina dubare ya nifta navçeya Remîlana li bakûra Sûriyê, li hev kirine.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, rojnama AK ya Îtalyayê li nûçeyekê bal kişande ser lihevkirina Yekîtiya Demokratîk a bi dewleta navendî ya Sûriyê li ser nifta navçeya Remîlanê û ragihandiye: PYD û dewleta Bişar Esed li ser bîrên niftê yên Remîlanê û destpêkirina dubare ya derxistina niftê ji van bîran, li hev kirine. Bi dû vê hevatinê, Şamê hêzên xwe yên pispor şandine navçê û rêstorekirin û karên destpêkê yên jibo derxistina dubare ya niftê ji vê navçeyê, dest pê bûne.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine, dewleta navendî ya Sûriyê, bi PYD`ê re li hev kiriye ku birêvebirina derfirotina niftê, firotina niftê û sûdwergirtina ji derhatên nifta Remîlanê, bide PYD`ê. Li gorî hevhatinên hanê, nifta ku ji Remîlanê tê derxistin, wê jibo palîngehên niftê yên Hums û Banyasê ku li bin kontrola hêzên dewleta navendî ya Sûriyê ne, were veguhestin.

Li vê nûçeyê hatiye, kiryarên sereke, rêstorekirin û derxistina dubare ya niftê ji Remîlanê, wê mideha du salan berdewam bibin. Herwiha Hisam Qatirçî, yek ji bazirganên navdar ên niftê yê Sûriyê, li hevpeyvîna bi rojnamevanê vê rojnameyê re ragihandiye ku nifta ku ji navçê tê derxistin, wê bi tankêran jibo palîngehên Hums û Banyasê were şandin.