Tîrmeh 20, 2017 18:56 Asia/Tehran
  • Berteka sênatorê amerîkî li hemberî rawestandina alîkariya çekan a CIA`yê bo terorîstên li Sûriyê

Sênatorê komarxwaz ê Amerîkayê, rawestandina bernameya Saziya Istixbarata vî welatî (CIA) ya biçekkirina komên çekdar ên dijberê dewleta Sûriyê, bi wateya teslîmbûna tam a Amerîkayê li hember Bişar Esed, Rûsye û Îranê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Kîndêsî Graham, sênatorê komarîxwaz ê kongereya Amerîkayê, li berteka li hember nûçeya rojnameya Washington Post`ê ya li ser vê yekê ku serokomarê Amerîkayê jibo kişandina bala Rûsyayê, bernameya veşartî ya CIA`yê ya biçekkirina komên çekdar ên dijberê Bişar Esed, li Sûriyê bi dawî tîne, got: Ev kiryara şikesteka mezin jibo komên dijber e ku bi dewleta Bişar Esedê serokkomarê Sûriyê re şerr dikin û herwiha ew şikesteke mezin e ji bo şirîkên ereb ên Amerîkayê. Lîndêsî bi aşkerayî nîgeraniya xwe diyar kir ku siyaseta Amerîkayê li Sûriyê, wê bibin sedema radestkirina paytexteka din a erebî, yanê Şamê bo Îranê.

Hin rayedarên amerîkî îdia kirine dewleta Trump, biryar daye bernameya CIA`yê jibo biçekkirin û perwerdekirina komên terorîst ên li halê şerrê bi dewleta Sûriyê re, bide sekinandin.

Li gorî gotina wan, ev biryara pişkek ji hewldanên Waşîngtonê jibo baştirkirina peywendiyên bi Moskovayê ye ku berî hevdîtina vê dawiyê ya Trump bi Pûtîn re li rex civîna Grûpa 20`an a li Hambûrgê hatiye girtin.