Hezîran 28, 2017 18:45 Asia/Tehran
  • Tirkîyê êrişî Efrînê kir, Salih Muslim jî ji Rûsyayê alîkarî xwest

Hevserokê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) ragihand ku Efrîn her roj di bin êrişa giran a bi topan da ye û Rûsya divê li wir baregeheke leşkerî damezirîne û bi me re hevkarîyê bike.

Li gorî rapora malpera Rojnama Yeni Şafak`ê, Salih Muslim hevserokê PYD ji Rûsîyê xwest ku li warê dabînkirina ewlehîya bajarê Efrînê bi hêzên YPG`ê re hevkarîyê bike.

Piştî ku artêşa Tirkîyê duh baregehên YPG`ê li Efrînê dan ber topan, Salih Muslim li daxûyanîyekê ji Rûsîyê alîkarî xwest û got: Efrîn her roj di bin êrişa giran a bi topan da ye û Rûsya divê li wir baregeheke leşkerî damezirîne û bi me re hevkarîyê bike.

Mêdyayên Tirkîyê ragihandin ku duh êvarê di navbera hêzên YPG`ê û Artêşa Azad a Sûrîyê ku Tirkîye pişta wê digire de li nêzîkî Ezazê şer derketîye û artêşa Tirkîyê çeperên YPG`ê dan ber topan.

Ji hêla din ve artêşa Tirkîyê amadekarîya êrişa bejayî ser bajarê Efrînê dike û yê bi zûtirkê bi hevkarîya beşeke Artêşa Azad a Sûrîyê êrişa ser Tilrifetê û baregeha hewayî ya Menigê destpê bike.