Hezîran 28, 2017 18:42 Asia/Tehran
  • Nûnerê taybet ê Amerîkayê li têkoşîna dijî DAIŞ`ê, Brett Mc Gurk, seredana bakûra Sûrîyê kir

Li gorî rapora ajansa nûçan a Hawarê, Nûnerê taybet ê Amerîkayê li têkoşîna dijî DAIŞ`ê, Brett McGurk, seredana bakûra Sûrîyê kir û ligel endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê civîya û tê çaverêkirin Mc Gurk ligel fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bicive û pirsa pêşketinên di operasyona kontrolkirina Reqayê de, yek ji mijarên sereke yên civînê be.

Şervanên HSD`ê jî bal kişandin ser pêşdaçûnên xwe û ragihandin ku li taxa El Nehda ya ku dikeve rojavayê Reqayê, pêşve diçin. Li gorî vê raporê hêzên HSD`ê ji duh ve,19 çekdarên DAIŞ`ê kuştin.

Pêngava rizgarkirina Reqayê, di roja 22`an de dewam dike. Hate diyarkirin ku şervanên HSD`ê piştî şerekî dijwar li taxa El Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê pêş ketin. Di şerên dijwar ku heta niha li taxê de dewam dikin de, 19 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Hate ragihandin termên 7 terorîstên DAIŞ`ê û 3 keleşkof û rextên wan ketin destê şervanên HSD`ê.