Feb 10, 2019 18:23 Asia/Tehran
  • Operasyona li dijî terorîstan a artêşa Sûriyê li derdora Hemayê

Artêşa Sûriyê meqerên terorîstên li bakurê rojava parêzgeha Hemayê dan ber êrişan.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya El-Neşrê, topxana artêşa Sûriyê li vê operasyonê meqerên  terorîstên  partiya turkistanî li gundê El-Sermaniyê li derdora bakurê rojava Hemahê dan ber êrişan ku li encama wê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin an birîndar bûn.

  Meqer û binavahiyên komên terorîstî li derdora navça Sehl El-Xabê li derdora Hemahê jî ket ber êrişên hêzên artêşa Sûriyê.

 Li gor nûçeyeke din Azad Berazî hevserokê konseya  Demokratîk a kurdên Sûriyê raghand ku muzakirên navbera kurdan û dewleta Sûriyê dê bi zûtirkê destpê bibin.

  Hêzên Demokratîke  kurdên Sûriyê ku ji aliyê Emerîkayêve piştgirî dibin midehek berî niha hewl didan ku bi dewleta Sûriyê re muzakirê bikin lê bi mudaxilên Emerîkayê ev muzakire neghêştin encamê.

 Di eynî edmê de, çavkaniyên medyan li bara vegeryana  nêzîk bi 900 awareyên sûrî bo welatê xwe li 24 sietên buhurî agahî dan.

 Bi baştirbûna rewşa ewlehiyê li Sûriyê, li mehên  buhurî pêvajoya vegeryana  awareyên sûrî bo welatê xwe zêde bûye.

 

Nêrîn