Jan 11, 2019 14:59 Asia/Tehran
  • Çekdarên ser bi Tirkiyê dîsa xelkê gundê Qirigolê yê Efrînê şêlandin

Terorîstên ser bi Tirkiyê ve, xelkê gundê Qirigolê yê devera Efrînê li bakura rojavaya Sûriyê, li nav meydana gund komkirin û ji bo talankirina mal û heyiya wan ew şikence kirin û dan ber lêdanê.

 Jêderên xwecihî ji BasNewsê re eşkere kirin ku girûpa bi navê Lîwaya Fatih, ku piarniya çekdarên wê Tirkmen in û mirovên herî hov di nav wan de gelek in, xelkê gundê Qirigolê yê navçeya Bilbilê, li meydana gund komkirin û ji wan xwestin ku berhemên zeytûnan ên koçberên gund radestî wan bikin, lê hin xelkê gund ev daxwaza wan redkirin, dema xelkê daxwaza terorîstên Erdogan qebûl nekirin ji aliyê wan ve hatin îşkencekirin û li wan xistin.

Li gor wan jêderan, xelkê gund ji bo çinîna zeytûnên koçberan destûrname ji encûmena xwecihî ya navçeyê anîne, lê wan çekdaran lê mukur dernetine û li ser birina hemî berhemên zeytûnan îsrar kirin, tevî wê yekê jî çekdaran ji her malbatekê daxwaza 5 tenekên zeytê kirin.

Herweha li gor heman jêdaran, çekdaran 6 welatiyên wî gundî girtin, ji wan 4 kes berdan lê heta niha her yek ji Qenber Mecîd Elî û Nîdal Hemo di girtingehê de ne û têne îşkence kirin.

Tê zanîn ku terorîstên ser bi hikûmeta Tirkiyê  li ber çavên serbazên Tirkiyê  hasilên cotkarî û zeytûnên xelkê deverên dagîrbûyî yên Efrînê bi awayekî berferh talan dikin û didizin û desteser dikirin.