• 270 têrorîst li başûra Sûrîyê hatin kuştinê

Berdevkê Hêzên Ûris li Sûrîyê ragihand: Di encama opêrasyona Artêşa Sûrîyê da zêde ji 270 têrorîstên DAIŞ`î li parêzgeha Suweydayê li başûra vî welatî hatin kuştinê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Berdevkê Hêzên Ûris li Sûrîyê Olêg Mêkarovîç herwiha got: Artêşa Sûrîyê di encama vê opêrasyonê da bilî kuştina zêde ji 270 têrorîstên DAIŞ`î, gellek çek û rext û 12 mûşekên amerîkî yên dijî tankan ji modêla Taw bi dest xistin.

Têrorîstên DAIŞ`ê di 25`ê Tîrmehê da ji devera Al tanafê  di bin dagirkerîya hevalbendîya amerîkî li başûra rojhilata Sûrîyê va êrişî parêzgeha Suweydayê kirin û 250 kes kuştin û 30 kes ku pirranî jin  ûzarok bûn jî rehîn girtin.

Dec 03, 2018 11:02 Asia/Tehran