•  Rojnama  Anadoluyê îdia kir: Hevhatina  dewleta navendî û kurdên Sûriyê ji bo şandina  hêzan ji aliyê YPG bo Helebê

Rojnama Andoluyê li nûçeyekê raghand: Şam û hêzên Parastina Gel( YPG) li hev kirine ku nêzîkî 1300 kes ji hêzên YPG bona piştgiriya ji operasyona muhtemel a dewleta navendî ya Sûriyê li dijî neyarên xwe bên şandin bo Helebê.

 Li gorî rapora Kurd Pressê, rojnama  Anadolu News`ê, li nûçeyeke  îdia kir: Li çarçoveya  hevkarî û hevhatina  dewleta navenvdî bi kurdên  Sûriyê, Şam û hêzên  YPG li hev kirine  da ku nêzîkî 1300 kes ji hêzên YPG bona piştgiriya ji operasyona muhtemel adewleta navendî ya  Sûriyê li dijî neyarên wê  bên şandin bo  Helebê.

 Li gorî lêzanînên  bi destketî, ew hêz li navçên  Heyan, Endan, Herîtan, Erîme, Meare El-Ertîqê û Dare Îze derdora  rojava parêzgeha Helebê ku di bin kontrola  neyaran de ye,  dê beşdar bibin. Hêzên  YPG dixwezin ku bi beşdariya  li vê operasyonê, navçên  sînorî yên bajarê Efrînê li pişka  bakurê rojava Helebê ku di encama desdirêjiya artêşa Tirkiyê û terorîstên ser navê Artêşa Sûriya Azad de ya qaşo bi navê operasyona  çiqilê Zeytûnê ji aliyê wan dagîr bû, cardin bêxin bin kontrola xwe.

  Hêjayî gotinê ye ku  li gor  nexşa meydanî ya Sûriyê nêzîkî sedî 59 ê axa  Sûriyê di bin kontrola dewleta navendî û nêzîkî  sedî 27.7 vî welatî jî di bin kontrola  hêzên YPG de ye.

 

 

Aug 12, 2018 19:30 Asia/Tehran