• Şam: Her kesê destdirêjîyê ser Sûrîyê bike dê tûşî balafira cengê ya israîlî bibe

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê pêgirî kir ku her kesê êrişî Sûrîyê bike dê tûşî qedera balafira cengê ya israîlî bibe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a SANA`yê, Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê li merasimekê ku li sefareta Îranê li Şamê bi boneya salvegera serketina inqilaba islamî ya Îranê hat lidarxistinê got: Jordaxistina balafira cengê ya israîlî nîşan da ku Sûrîye zivirîye ser halê xwe û biryar daye li hemberî dijminên xwe ser bikeve.

Wî qedrê Îranê ji ber piştgirîya ji Sûrîyê li hemberî êrişa bîyanîyan û pûçkirina plana Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst ji bo kivşkirina Qudsê wek paytexta Israîlê girt.

Feb 12, 2018 20:34 Asia/Tehran