• 13 gund ji aliyê Artêşa Sûriyê ve li Helebê hatin azadkirin

Artêşa Sûriyê karî li dorhêla parêzgeha Helebê, 13 gundan ji bin lepên terorîstan azad bikin.

Çavkaniyên meydanî îro ragihandin ku artêşa Sûriyê bi piştevaniya komên berevaniya gelanî, 13 gundan li Helebê ji bin lepên komên terorîst azad bikin û gelek xisar li Koma Terorîstî tekfîrî ya Cibhetunusrê xînin û gelek ji endamên vê komê jî kuştin.

Yekîneyên artêşa Sûriyê li vê operasyonê ji bilî kuştina hejmarek ji endamên bereya El Nusrê, hejmarek ji alavên wan ên berevaniyê jî rûxandin.

Yekîneyên artêşa Sûriyê, roja pêncşemiyê jî ser du gundên Um Xan û Um El Emdê li dorhêla başûrê rojhilata Helebê serdest bûn.

Li gorî raporeka din, dewleta Sûriyê wê ji nûveavakirina bajarê werzişî yê El Esedê, dest pê bike.

Ehmed Ferhan, birêvebirê bajarê werzişî yê El Esed, yek ji navendên herî mezin ên werzişî yên Rojhilata Navînê, got: Dewleta Sûriyê piştî 7 salan şerr û pevçûn û rawestana projeyan, wê karê amadekirin û ji nûveavakirina vî bajarê werzişî destpê bike.

Bajarê werzişî yê El Esedê, bona mazûvaniya dewra dehemîn a Pêşbirkên Deryaya Mêdîteranê yên di sala 1987`an li 156 ixtaran hate avakirin.

Jan 13, 2018 20:50 Asia/Tehran