• Hêzên artêşa Tirkîyê derbasî Idliba Sûrîyê bûn

Şehedên li bakûra Sûrîyê ragihandin ku yekem koma hêzên artêşa Tirkîyê derbasî Idliba Sûrîyê bû.

Ajansa nûçan a Reutersê ragehand ku, hêzeke artêşa Tirkiyê bi hevkariya çekdarên Cebhet Nusrê çûne nav bajarê Idlibê.

Herwiha kanala Skaynews a erebî jî ragehand ku, tenk û otombîlên leşkerî yên Tirkiyê duh bi hevkariya çekdarên Cebhet Nusrê ketin bajarê Idlibê.

Ew hêza Tirkiyê ji 80 cebilxane û barhilgran û çendîn otombîlên leşkerî pêk tê.

Eva li halekî ye ku Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê bi gotina vîya ku Enqere yê nehêle awareyên sûrî derbasî axa Tirkîyê bibin, ``serêxwegirtina vê armancê û pêkanîna rêyên kontrolkirinê li sînorên di navbera her du welatan de`` wek hegera sereke ya bicihbûna hêzên artêşa Tirkîyê li parêzgeha Idlib a Sûrîyê zanî.

Berî vîya Nûredîn Canikli wezîrê berevanîyê yê Tirkîyê jî ragihandibû ku hêzên artêşa vî welatî bi hegera têkbirina gefên navçeyî li parêzgeha Idliba Sûrîyê bicih bûne.

Serokerkantîya artêşa Tirkîyê jî idia kirîye ku hêzên vî welatî li gorî lihevkirinama vê dawîyê ya bi dû muzakirên Astane-6`ê û li dewama rêketinama 30`yê Îlona sala 2016`an a ji bo cihanîna agirbesê li Sûrîyê ku di navbera Tirkîye, Îran û Ûrsêtê de wek sê welatên garantorên agirbesê hat wajokirinê, derbasî Idlibê bûne.

Ev gotinên berovajî hev ên rayedar û sazîyên Tirkîyê li halekî ne ku erka nû ya Tirkîyê li Sûrîyê anegorî rêketinama meha Gulana buhurî li Astana Qazaqistanê, pêkanîna agirbesê di navbera hêzên dewleta Şamê û neyarên sûrî li parêzgeha Idliba Sûrîyê ye.

Oct 13, 2017 13:17 Asia/Tehran