• Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk çend deverên din li Reqê azad kirin

Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) ragihandin ku taxeke din li Reqê li bakûra Sûrîyê xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora malpera Al Yewm Al sabi, Cîhan Şêx Ehmed berdevka opêrasyona azadkirina Reqê û endama HSD`ê got: Taxa Yermûkê ku taxeke mezin li başûra rojavaya Reqê ye hat azadkirinê.

Cîhanê herwiha got: Opêrasyona paqijkirinê li vê taxê didome û pevçûnnê giran li vê taxê diqewimin. Em pêngavê durist û erênî hildidin, tişta ku jibo me girîng e ne leza opêrasyonê belkî azadkirina sivîlan û jinavbirina DAIŞ`ê ye.

Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê jî ragihand ku HSD`ê li taxa Yermûkê pêşda çûne lê hê ev taxa tam nexistine bin kontrola xwe.

Li gorî rapora vê zêrevanîyê, hevalbendîya dijî DAIŞ`ê pişka rojavaya vê taxê xistîye bin kontrola xwe lê pevçûnên giran hê li vê taxê diqewimin. Mideha 24 sietên buhurî da bi sedan sivîl ji deverên di bin kontrola DAIŞ`ê li Reqê da ber bi deverên bin kontrola HSD`ê da revîne.

Yek ji fermandeyên HSD`ê jî ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê, got: Gellek çete û sivîl di encama teqîna mayînan de hatine kuştinê. Me 6 sivîlên ku dema revînê di encama teqîna mayînê de canê xwe ji dest dabûn, defin kirin.

Topxana hevalbendîya dijî DAIŞ`ê li devera Cizîrê li derdora başûra rojavaya Reqê jî ji baregeheke hevpar a ligel HSD`ê, baregehên DAIŞ`ê li nav bajarê Reqê dide ber topan.

Adêryan Rankîn Galoy berdevkê Wezareta Berevanîya Amerîkayê jî li hevpeyvîna ligel kanala Al Hurê behsa pêşketina mezin a HSD`ê li pişka rojavaya şarê Reqê kir.

Jul 18, 2017 15:22 Asia/Tehran