Artêşa Sûriyê 11 terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, kuştin
Çile 13, 2021 12:06 Asia/Tehran
Di operasyoneke taybet de ya hêzên artêşa Sûriyê 11 terorîstên ku dewleta Tirkiyê piştgiriya wan dike û ji her babetê alîkariyê dide wan kuştin.
Li gorî ajansanên xwecihî, roja Duşemê, hêzeke taybet a artêşa Sûriyê xwe xistine nav xaleke çekdarên gurûpa Ceyş El Nesir li gundê Enkawî, li deşta Xabê li Bakurê Rojavayê Hemayê.
Di wê operasyonê de, 11 çekdarên gurûpa terorîst a Ceyş El Nesir ku yek ji gurûpên Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyê ye ku artêşa Tirkiyê piştgiriyê jê dike, kuştin.
Termên terorîstên kuştî li kampên Bakurê Idlibê hatine veşartin.